Kemal Kerkûkî: 4 tankerên petrolê yên DAIŞê tev şifêrên wan hatin girtin

Kerkûk-KDP.info- Berpirsê eniya Dûbiz Kerkûk, Kemal Kerkûkî ragihand ku pêşmergeyên lîwaa 2 ya Qehreman li qeza Dubiz destê xwe danîn ser 4 tankerên pir petrol tev şofêrên wan, ku mameleya wan ligel çekdarên DAIŞê bû.
Endamê Polîtbûroya PDKê û berpirsê eniya Dûbiz Kerkûk, Kemal Kerkûkî ji KDP.info re ragihand: “Pêşmergeyên lîwaa 2ya Qehreman, li qezaya Dûbizê ya ser bi bajarê Kerkûkê, 4 tankerên pir petrol ligel şofêrên wan, ku girêdayî çekdarên DAIŞê bû, hatin girtin.”
Kerkûkî wiha got: “Piştî girtina wan, me ew şandin dadgehê, ji bo ku li gor yasa bên siza dan û kesên li pişt wan jî bên diyar kirin.”




