Roja çarşemê dê Almanya dest bi perwerdekirina pêşmerge bike

Hewlêr-KDP.info- Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku, biryar e roja çarşemê şêwirmendên leşkerî dest bi perwerdekirina Hêzên Pêşmerge bikin li ser bikaranîna çekên almanî, ku ji Kurdistanê re şandine.
Rêveberê ragihandina Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Emîd Helgurd Hikmet ji KDP.info re ragihand: “Almanya yek ji wan welatên ku çek ji Herêma Kurdistanê re şandine û dema Wezîra Parastinê ya Almanyayê serdana Hewlêrê kir, 7 şêwirmendên leşkerî ligel wê hatibûn, da ku pêşmergeyan perwerde bikin li ser wan çekan.”
Emîd Helgurd Hikmet wiha domand: “Biryar e roja çarşmê ew şêwirmend dest bi perwerdekirina pêşmerge bikin, ku her carê û komek pêşmerge fêrî wan çekan bikin.”
Rêveberê ragihandina Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di dawiya gotina xwe de wiha got: “Ji bilî vana, biryar e 32 efserên Pêşmerge biçin almanyayê da ku li wir bên perwerde kirin.”




