Hêzên Pêşmerge çeperên DAIŞê li Başîkê topbaran kirin..8 terorîst kuştin

Mûsil-KDP.info- Îro li eniya Başîk û Çiyayê Zertik, Hêzên Pêşmerge çeperên DAIŞê topbaran kirin û 8 ji wan çekdaran kuştin û ziyanekî mezin gihandin wan.
Seîd Memozînî berpirsê ragihandina liqa 14 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê li Mûsilê ji KDP.info re ragihand: “Îro yekşemê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li herdu eniyên Başîk û Çiyayê Zertik çeperên DAIŞê topbaran kirin û di encamê de 8 terorîst hatin kuştin û ziyanekî mezin gihandin wan.”
Memozînî wiha got: “Terorîstên DAIŞê pir qelis û bêhêz bûne û di dema şer de kêm carna bergiriyê dikin.”




