26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Êmînkî: Kursiyên PDKê bo Bexdayê yek alî bûne..Li ser pêşniyara Zêbarî guhertin hat kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Berdevkê Partiya Dîmokrat a Kurdistanê (PDK) Cefer Îbrahîm Êmînkî ragihand ku, kursiyên PDKê li Bexdayê yek alî bûne. Wê yekê jî diyar dike ku yekrêziya kurdan li Bexdayê pir girîng e û pêwîst e belavkirina kursiyan bi razîbûna hemû aliyan be û em ti kesî nedin alî.

Berdevkê PDKê Cefer Îbrahîm Êmînkî ji KDP.info re ragihand: “Guhertina kursiyên cîgirê serokê encumena wezîran û wezîrê darayî, ku ji bo PDKê ne, ji aliyê Polîtbproya PDKê hatin guhertin, ji ber ku li ser pêşniyara Hoşyar Zêbarî û piştî gotûbêj kirinê bû.”

Derbarê pişka kurdan, Êmînkî wiha axivî: “Li gorî îstihqaq bê, zilim li kurdan hatiye kirin, lê niha pêwendiyên me ligel Bexdayê bêhtir dibin, da ku mafê kurdan bi temamî bighê wan û ew kursiyên wezarî ku dane kuedan, pir kêmin û em hewl didin ku ew kursî bên zêdekirin û ji bilî YNKê wezaret bighên Tevgera Goran û Komele jî.”

Berdevkê Partiya Dîmokrat a Kurdistanê (PDK) Cefer Îbrahîm Êmînkî wiha domand: “Ev daxwazên kurdan, li ser daxwaza Polîtbûroya  PDKê ne, ku yekrêziya kurdan li Bexdayê bê parastin ji ber ku ev yek pir girîng e û pêwîst e belavkirina kursiyan bi razîbûna hemû aliyan be û em ti kesî nedin alî.”

Cefer Îbrahîm Êmînkî derbarê egerê bicihanîna Hikûmeta Heyder Ebadî sozên xwe di nava 3 mehan de, wiha got: “Wana soz daye, emê jî hewlên xwe bidin pir ji wan nêzîk bibin, ji ber ku daxwazên kurdan ne ji bona partiyekê ne, daxwazên me yên pêgeha kurdan e li Iraqê.”

Êmînkî wiha domand: “Niha derfetekî baş li pêşiya kurdan e, lê eger di nava wan 3 mehan de ti bersiva kurdan nedan, bê guman dê helwesta me hebe.”

Cefer Îbrahîm Êmînkî ew yek jî diyar kir ku, “Ez pêşbînî dikim periya cejnê wezîrên Kurd sund bixun û dest bi karên xwe bikin.”
 

Nûçeyên têkildar