26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

“Amerîka dê ti carî pişta xwe nede Kurdistanê û dê berdewam hevkariya wê bike”

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwazî li 2 endamên Kongreya amerîkî kir û di wê hevdîtinê de daxwaza hevkariyên leşkerî bêhtir bo Hêzên Pêşmerge ji Amerîka û civaka navdewletî kir.

Îro Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li herdu endamên Kongeya amerîkî “Adam Kinzinger û George Holding” kir.

Di wê hevdîtinê de Nêçîrvan Barzanî derbarê beşdarbûna Herêma Kurdistanê di hikûmeta nû ya Iraqê de wiha got: “Herêma Kurdistanê dixwaze hemû nakokiyên wê ligel Bexdayê bên çareserkirin.”

Nêçîrvan Barzanî wiha domand: “Herêma Kurdistanê bi beşdariya hikûmeta nû ya Iraqê derfetek dan Serokwezîr Heyder Ebadî ku wan nakokiyan çareser bike.”

Herwiha derbarê şerê Herêma Kurdistanê li dijî DAIŞê jî, Serokwezîrê Kurdistanê wiha got: “Îro Herêma Kurdistanê bo parastina aşitî, demokrasî û pêkvejiyanê rastî hêzeke qirêj û tarî hatiye.”

Nêçîrvan Barzanî spasiya Amerîkayê kiriye li ser pêşkêşkirina hevkariyên leşkerî bo Hêzên Pêşmerge û tekez kir ku, Pêwîstiya pêşmerge bi piştgirî û alîkariyên bêhtir heye.

Herwiha Nêçîrvan Barzanî di wê hevdîtinê de amaje bi rewşa penaberan kiriye û daxwaz kiriye ku Amerîka û civaka navdewletî bi awayekî cîdîtir hevkariya wan bikin.

Herdu endamên Kongirêsê dilxweşiya xwe li hember pêşketinên Herêma Kurdistanê de xuyakirine û gotine ezmûn û pêşkeftina Kurdistanê bo Amerîkayê mînakeke ji serkeftinê re.

Herdu endamên Kongirêsa amerîkî Adam Kinzinger û George Holding wiha gotin: “Amerîka dê ti carî pişta xwe nede Herêma Kurdistanê û dê berdewam hevkariya wê bike, bi taybetî niha ku li şûna hemû cîhanê li pêşiya terorê şer dike.”

Herwiha herdu endamên Kongirêsê soz dan ku ewê li welatê xwe daxwaza piştgiriyên bêhtir bo Herêma Kurdistanê bikin, da ku Hikûmeta Kurdistanê bikaribe bi awayekî baştir hevkariya koçber û penaberan bike.

Nûçeyên têkildar