26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Parlamanterekî PDKê: Eger hevkariya Kobanê neyê kirin dê karesat û qirkirin pêkbên

Çavkanî: KDP.info

Kobanê-KDP.info- Parlamenterekî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) serdana bajarê Kobanê kir û derbarê rewşa wê herêmê dibêje ew di şerekî giran de ne ligel DAIŞê û weke w dibêje eger çek neghê destê wan û balafirên Amerîkayê li DAIŞê nedin, dê karesateke mirovî pêk were.
Elî Halo, parlametarê Kurdistanê yê Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji KDP.info re ragihand: “Ez ligel Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî çûm bajarê Kobanê û me 12 kamîyon kel û pel û hevkarî gihandin wî bajarî û biser xelkê de belavkirin. Herwiha me hevkarî bi ser penaberên kobanê yên li Bakûrê Kurdistanê de belav kirin.”
Halo wiha domand: “Rewşa Kobanê nav bajar aram e û morale xelkê pir bilind e lê dîsa tirsek heye, ji ber ku DAIŞê hemû çekên xwe ji Heleb û Reqeyê anîne û bi wan Kobanê dorpêç kirine. Herwiha ji ber şikestinaxwe li Başûrê Kurdistanê ew çekdar dixwazin tola xwe ji Rojavayê Kurdistanê rakin, lewra niha ji 3 aliyan ve êrişî Kobanê dikin û wek me dît tenê çend km ji Kobanê dûrbûn.”
Wî parlamentarê PDKê tekez kir ku, “Gelek penaberên ku berê xwe dabûn Bakurê Kurdistanê dîsa vedgeriyn Kobanê .”
Elî Halowiha got: “Ewşervan di şerekîgiran de ne li gel DAIŞê û wek ew dibêje eger çek neghê destê wan û balafirên Amerîkayê li DAIŞê nedin, dê karesateke mirovî û qirkirin pêk were, ji ber ku ew dibêjin em dev ji Kobanê bernadin.”
Parlametarê Kurdistanê yê Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Elî Halo di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Pêwîstiya Kobanê bi her tiştî heye, hevkariyên meinewî, madî û mirovî heye, lê daxwaza wan ya serekî çek in.”

Nûçeyên têkildar