Balafirên Amerîkayê li nêzîkî Kobanê çeperên DAIŞê bombebaran kirin

Ajans-KDP.info- Balafirên şer ên Amerîkayê li çeper û çekdarên DAIŞê yên li nêzîkî bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê dan.
Îro danê sibê balafirên Amerîka û hêzên hevpeyman çekdarên DAIŞê yên li nêzîkî bajarê Kobanê dan ber bombeyan.
Li gorî nûçeya Al Jazeerayê, beriya ku balafir çeperên DAIŞê yên li nêzîkî Kobanê bombebaran bikin hêzên kurd ên bi çekdarên DAIŞê re şer dikin, agahî li ser çeperên rêxistinê dabûn balafiran.
Li herêmê hinek caran balafirên bêpîlot jî digerin.
Çekdarên DAIŞê li nav gundê Elî Şêrê ne ku 10 kîlometran dûrî Kobanê ye.




