Nivîsingeha Serokwezîrê Kurdistanê alîkariya penberên Kobanê dike

Bakurê Kurdistanê-KDP.info- Bi fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî şandeke ji nivîsingeha Serokwezîr ligel şandeke Partiya Demokrat a Kurdistanê-Bakur û şandeke Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê çûn bajarê Sirûc yê Bakurê Kurdistanê û serdana sînorê Bakur ligel bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê kirin bo pêşkêşkirina alîkariyan bo penaberên Kobanê.
Cewad Siyamend nûnerê nivîsingeha Serokwezîrê Kurdisatnê Nêçîrvan Barzanî ragihand: “Bi fermana Serokwezîr û bi hevkarî ligel Sirtaç Bucak Serkreterê (PDK-Bakur) û şandek ji serkirdayetiya Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S), me serdana dergeha Mirşid binar ya li ser sînorê Bakurê kurdistanê ligel Kobanê, bo agahdarbûn ji rewşa birayên me yên penaber ku derbasî Bakur bûne û ji bo zanîna pêdiviyên wan û niha em hevkariya wan dikin.”
Siyamend wiha domand: “Em wek nivîsingeha Serokwezîrê Kurdistanê ev çend rojin em li vê de amadebûne û alîkariya penaberên li Sirûcê dikin, niha penaber li vir di rewşeke mirovî pir xerab de ne û pêwîstiya wan bi hevkariyê heye, lewma çi ji destê me bê emê ji wan re bikin.”
Nûnerê nivîsingeha Serokwezîrê Kurdisatnê Nêçîrvan Barzanî wiha axivî: “Ez dixwazim ku tiştekî ji birayên xwe yên penaber re bêjim, tevî ku Herêma Kurdistanê di rewşeke darayî pir xerab de ye û di rewşa şer de ye ligel DAIŞê û her wiha hejmaeke pir mezin ji penaberan li Kurdistanê ne, tevî vê yekê jî emê alîkariya her kurdekî bikin li çi cihekî be.”
Cewad Siyamend wiha domand: “Emê wek rêbaza Barzaniyê nemir alîkariya her kurdekî bikin ku zilim bi ser de bê ku li çi cihekî be, lewma ev çend rojin em li vê de amadebûne da ku em li tenişta birayên xwe bin û bi hemû awayekî hevkariya wan bikin û ti carî xelk û penaberên Kobanê bi tenê nahêlin.”




