25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Parlemento biryar da: Brîtanya beşdarî şerê li dijî DAIŞê dibe

Çavkanî: KDP.info

Ajans-KDP.info- Parlementoya Brîtanyayê bi piraniya dengan biryar da, beşdarî koalîsyona navneteweyî ku dijî DAIŞê di pêşengiya DYAyê de hatibû avakirin bibe.


Di Mala Giştî (House of Commons) de ku baskê jêr ê Parlementoya Brîtanyayê ye tevahiya rojê pêşnûmeya beşdarbûna şerê DAIŞê hat nîqaşkirin. 524 parlementeran dengê erê û 43 parlementeran jî dengê na bikar anîn.

Di pêşnûmeyê de hatibû destnîşankirin, “Brîtanya dikare beşdarî operasyona asmanî ya dijî DAIŞê bibe, ev yek dê bi daxwaza hikûmeta Iraqê be û ji ber vê jî qanûnî ye.”
   
Li gorî destûra Brîtanyayê, bo beşdarbûna operasyonên derve pêwîstî nîne hikûmeta Brîtanyayê ji Parlementoyê biryar derxe, lê ji ber biryar ji hêla gel ve bê pejirandin, serî vê rê dide.

Nûçeyên têkildar