25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Yekemîn karwanê hevkariyên Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî bi ser xelkê Kobanê hatin belavkirin

Çavkanî: KDP.info
Mûsa Ehmed

Kobanê-KDP.info- Di dirêjahiya hihandina alîkarî û hevkariyan bo penaberên Rojavayê Kurdsiatnê, Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî duh dîsa bi hesteke neteweyî û niştîmanî 126 ton kel û pelên xwarinê gihand bajarê Kobanê û bi ser xelkê de hat belav kirin.
Hevdem Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî beriya niha jî 62 barhelgir ji xwarinê hihandibûn bajarêrê Qamişloyê. Derbarê gihandina alîkariyan bo nava Rojavayê Kurdistanê cîgirê serokê Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî Mûsa Ehmed ragihand: “Her ji destpêka avakirina dezgeha me heta niha em hewl didin hevkariya birayê xwe li her cihekî bikin, mezintirîn hevkariya me jî li Rojavayê Kurdistanê bo Qamişloyê bû ku 62 kamîyon bû.”
Mûsa Ehmed wiha domand: “Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî li Herêma Kurdistanê jî rojane hevkariya penaberan dike û li hemû kampan em hevkariyê bi ser penaberên Rojavayê Kurdistanê belav dikin.”
Cîgirê serokê Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî Mûsa Ehmed di dawiya gotina xwe de wiha axivî: “Niha em xwe dilxweş dibînin ku me karî 126 ton kel û pelên xwarinê bighînin Kobanê, diyar e em hevkarî jî piştî peyama Serok Barzanî hat ku daxwaz kir ku her kes hevkariya birayên me yên Kobanê bikin û me jî xwest ku em bi hewara wan ve biçin.”

Nûçeyên têkildar