Serok Barzanî: Pişt bi Pêşmergeyên qehreman dê DAIŞê ji hemû bosteke axa Kurdistanê bên derdixistn

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Pêşmerge û Fermandeyê Qehreman Qasim Simêr kir û di wê hevdîtinê de Serok Barzanî Qasim Simêr û hevalên wî wekî Pêşmergeyên qehreman wesif kir û û dûpat jî kir ku pişt bi xwedayê mezin û xweragiriya Pêşmergeyên qehreman terorîstên DAIŞê ji hemû bostekî axa Kurdistanê derdixin û têkdişkînin.
Îro în 26.09.2014 Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Pêşmerge û Fermandeyê Qehremanê Şengalê Qasim Simêr kir.
Li hevdîtinê Serok Barzanî behsa rol û qehremaniya Qasim Simêr û wan Pêşmergeyan kir ku li çiyayê Şengalê qehremanane bergiriyê li xelkê Şengalê kir û rê nedan destê qirêjê terorîstan bigihe çiyayê Şengalê.
Serok Barzanî destxweşiyê li Qasim Simêr kir ku piştî dagîrbûna Şengalê ji aliyê terorîstên DAIŞê ve karîne gurzeke kuşinde li devera Şengalê û dewrûbera çiyayê Şengalê li terorîstên DAIŞê bidin.
Serok Barzanî Qasim Simêr û hevalên wî wekî Pêşmergeyên qehreman wesif kir ku cihê hêviya gelê Kurdistanê ne û dûpat jî kir ku pişt bi xwedayê mezin û xweragiriya Pêşmergeyên qehreman terorîstên DAIŞê ji hemû bostekî axa Kurdistanê derdixin û têkdişkînin.
Her wiha li vê hevdîtinê de Pêşmerge û Fermandeyê Qehremanê Şengalê Qasim Simêr ure û morala Pêşmergeyên li çiyayê Şengalê û dewrûbera wê bi bilind wesif kir û rewşa meydanî ya bereyên li devera Şengalê xisterû û ragihand ku ji bo têkşikandin û derxistina terorîstan ji Şengalê li benda fermana Serok Barzanî ne.




