Nêçîrvan Barzanî: Pêwîst e kerên cidî werin kirin da ku penaber bên parastin ji nexweşî û karesatan

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Kurdistanê pêşwaziya Cîgirê Serokwezîrê Iraqê kir û di wê hevdîtinê de Nêçîrvan Barzanî eşkere kir ku pêwîst e kerên cidî werin kirin daku ew penaberên han ji sermaya zistanê werin parastin daku di demsala han de rastî nexweşî û karesatên din nebin lewre pêwîst e ji hikûmeta Iraqê û civaka navnetewî dikin daku di vê warî de hewlên cidî bidin bi taybetî pêwîst e hevkariya Penaberên heyî yên li Parêzgeha Dihukê de bikin.
Îro pêncşemê Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Cîgirê Serokwezîrê Iraqê Salih Mutleq û heyeteke pê re kir.
Di hevdîtinê de Serokwezîrê Kurdistanê kêfxweşiya xwe ya li hember serdana heyeta Îraqî bo Kurdistanê û herwiha serdana wan ya berê jî bo Parêzgeha Dihukê û hayedar bûn ji rewşa Penaberan diyar kir.
Serokwezîrê Kurdistanê herwiha eşkere kir ku hatina wan ya bo Kurdistanê yaku bi mebesta agehdar bûn ji rewşa Penaberan û wenêrîn kirin bo rewşa han e cêyê rêzgirtinê ye.
Nêçîrvan Barzanî herwiha eşkere kir ku Kurdistan ew qas ku di asata karînên xwe de hebû hevkariya penaberan kir lê ev kêşeya han ne ewqas biçûke û pêdiviya xwe bi hevkariya hikûmeta Îraqê û civaka navnetewî heye û pêwîst e Iraq jî erkên xwe bi cidî cîhbicîh bike.
Li hember de jî Cîgirê Serokwezîrê Iraqê Salih Mutleq spasiya hikûmet û xelkê Kurdistanê kir ku hembêza xwe bo Penaberan vekiriye û hevkariya wan kiriye û got: “Emê ji nêz ve wenêrînê bo rewşa Penaberan dikin û hewl didin daku bi her awayî hevkariya wan bikin.”
Di berdewamiya civîna han de Nêçîrvan Barzanî eşkere kir ku pêwîst e kerên cidî werin kirin daku ew penaberên han ji sermaya zistanê werin parastin daku di demsala han de rastî nexweşî û karesatên din nebin lewre daxwaz ji hikûmeta Iraqê û civaka navnetewî dikin daku di vê warî de hewlên cidî bidin bi taybetî lazime hevkariya Penaberên heyî yên li Parêzgeha Dihukê de bikin ku ji sedî 50 tevahiya Penaberên Iraqê li vê Parêzgehê dene.
Di berdewamiya hevdîtina han de behsa prosesa pêk anîna hikûmeta nû ya Iraqê û beşdarî kirina Kurd di hikûmeta nû de hate kirin û Serokwezîrê Kurdistanê jî tekez li ser vê yekê kir ku hikûmeta Kurdistanê dixwaze tevahiya ew aliyên ku beşdariya hikûmeta Kurdistanê kirine beşdariya hikûmeta Îraqê jî bikin.




