Konsulusê Koreya Başûr tekez li pêwîstiya pirçekkirina Hêzên Pêşmerge kir

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Kurdistanê pêşwazî li Konsulusê Koreya Başûr yê li Iraqê kir û di wê hevdîtinê de herdu alî behsa rweşa siyasî û leşkerî ya Iraqê kir û bal kêşandine ser şerê dijî terorîstên DAIŞê û rola Hêzên Pêşmerge di şerê dijî terorîstan û têkşikandina terorîstan li ser destê hêzên pêşmergeyê de kirin û tekez li ser piştgîrîkirina Hêzên Pêşmerge û pêwîstiya pirçekkirina Hêzên Pêşmerge bo parastina Kurdistanê kirin.
Îro pêncşemê Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulusê Koreya Başûr yê li Îraqê Cho Jong Vwon kir ku yekem care weke Konsulusê Koreya Başûr yê li Iraqê serdana Kurdistanê dike kir.
Di hevdîtinê de Serokwezîrê Kurdistanê û Konsulusê Koreya Başûr behsa peywendiyên navbera her du welatan kir ku destpêkê wan peywendiyan wedigere bo hatina tîma Leşkerî ya Zeytûn bo Kurdistanê di sala 2003an de di dema hilweşandina rejîma Besê de.
Tîma Zeytûn di wan serdeman de hevdem li gel cîhbicîh kirina çend projeyên curbicur hewl bo bihêztir kirina peywendiyên navbera Kurdistan û Koreya Başûr daye.
Di beşeke din ya hevdîtina han de herdu alî behsa rweşa siyasî û leşkerî ya Iraqê kir û bal kêşandine ser şerê dijî terorîstên DAIŞê û rola hêzên pêşmerge di şerê dijî terorîstan û têkşikandina terorîstan li ser destê hêzên pêşmergeyê de kirin û tekez li ser piştgîrîkirina hêzên pêşmerge û pêwîstiya pirçekkirina hêzên pêşmerge bo parastina Kurdistanê kirin.
Rewşa Penaberan li Kurdistanê bi giştî û ya li parêzgeha Dihukê de bi taybetî hate nîqaşkirin û Serokwezîrê Kurdistanê eşkere kir ku rewşa Penaberan karesate û asta karînên hikûmeta Kurdistanê derbas kiriye lewre lazime hikûmeta Îraqê û civaka navnetewî hevkariya wan Penaberan bikin.
Li hember de jî Konsulusê Koreya Başûr hevdem li gel ku spasiya hikûmeta Kurdistanê kir ev yek jî eşkere kir ku vê li Bexdayê jî derbarê rewşa han de li gel rayedarên Iraqê de giftûgo bike û daxwaz ji wan bike daku hevkariya Kurdistan bikin.




