Sefîn Dizayî: Nêçîrvan Barzanî serdana Tirkiyeyê dike

Hewlêr-KDP.info- Sefîn Dizayî Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê got, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî dê serdana Tirkiyeyê bike.
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê: “Destpêka hefteya dahatû Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdana Tirkiyê dike û ligel rayedarên Tirkiyê dicive.”
Dizayî got, ewê li Tirkiyeyê hin hevdîtinan bikin û Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê jî beşdarî Foruma Aborî ya Cîhane bibe.
Herwiha çend pirsên din jî tên gotûbêj kirin wek peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiye.




