Balafirên Fransayê çeperên DAIŞ li nêzîkî Kerkûkê bombebaran kirin

Hewlêr-KDP.info- Balafirên şer yên Fransayê îro çeperên DAIŞê li nahiyeya Hewîce ya başûrê rojavayê Kerkûkê bombebaran kirin.
Berdevkê Hikûmeta Fransayê Stiphane Le Foll di daxuyaniyekê de ragihand: “Vê sibehê balafirên me operasyonên hewayî li dijî çekdarên DAIŞê li Iraqê pêk anîn.”
Ev cara duyemîne ku balafirên Fransayê di çarçoveya hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê de operasyonên hewayî li dijî çeperên DAIŞê li Iraqê pêk tîne.
Herwiha hat ragihandin ku hêzên hevpeymaniya navdewletî operasyonên hewayî li dijî çeperên DAIŞê li navçeya Mela Ebdula, Til Werid û Mihawis yên nêzîkî nahiyeya Hewîce li baûrê rojavayê Kerkûkê pêk anîne.




