26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî: Rê nebû em hêzê bişînin Kobanê..Kobanê neket destê DAIŞ û nakeve jî

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di hevdîtina digel Wezîra Parastinê ya Almanyayê Ursula von de Leyen ragihand, wan dixwest hêzên Pêşmerge bişînin Kobanî lê ji ber mercên cografî ev derfet çênebû.

Wezîra Parastinê ya Almanyayê Ursula von de Leyen, îro li Hewlêrê bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re hevdîtin kir.

Piştî hevdîtinê Serokê Barzanî û Leyen civîneke rojnamevaniyê li dar xistin û bersiva pirsên rojnamevanan dan.

Serokê Barzanî spasiya hikûmeta Almanyayê kir ku çek û alîkariyên leşkerî ji hêzên Pêşmerge re şandiye û got, lê em dizanin ku ji Almanyayê re hêsan nebûye alîkariya Pêşmerge bike.

Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir ku ew hêvîdar in di demek kurt de derbên giran li terorîstên DAIŞê bikeve.

Serokê Barzanî di bersiva pirsekê de li ser Kobanî û îhtimala şandina Hêzên Pêşmerge bo wê derê jî got, me pir dixwest em Pêşmergeyan bişînin Kobanî lê şert û mercên cografî yên Rojavayê Kurdistanê rê nade vê yekê.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî diyar kir ku wan ji Amerîka û welatên navdewletî xwestine nehêlin DAIŞ Kobanî bigire û wiha axivî: “Xoşbextane Kobanî neket destê DAIŞê û nakeve jî înşala.”

Serok Barzanî wiha got: “Eger hêzên navdewletî li ser banga me li çekdaêrên DAIŞê yên li Kobanî dane em spasiya wan dikin eger li ser banga me jî lêdebabin em dîsa spasiya wan dikin.”

Nûçeyên têkildar