Mehmûd Mihemed: Diyarkirina pişka Kurdistanê sedema paşketina tevlîbûna kurdane di kabîneya nû ya Iraqê

Hewlêr-KDP.info- Endamê Polîtbûroya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ew piropagendên li dijî partiya xwe red dike û dibêje ti nakokî di navbera berpirsên PDKê de nîne û dibêje ew îdya yan gotinên hinek kesan e û yan jî hinek ji ber xwe ve van gotinan dikin.
Di bersiva wan gotinên ku îdya dikin ku nakokî navbera perpirsên PDKê de hene, Mehmûd Mihemed Endamê Polîtbûroya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û berpirsê Dezgeha Roşenbîrî û Ragihandinê ya PDKê ji KDP.info re ragihand: “Tevlîbûna kurdan di kabîneya nû ya Hikûmeta Iraqê de ne li ser berbijêrê PDKê maye, em dixwazin bi yek dengî û rêkeftin biçin Bexdayê.Hîna jî gotûbêjên Kurdistanê li ser pişka Herêma Kurdistanê ye û guvaşê Serok Barzanî û Serokwezîr û Polîtbûroya PDKê jî bo peydakirina mafê Kurdistanê ye.”
Derbarê wan piropagendeyên li dijî partiya xwe Mehmûd Mihemed wê yek red dike û dibêje “Ti nakokî di navbera berpirsên PDKê de nîne û dibêje ew îdya yan gotinên hinek kesan e û yan jî hinek ji ber xwe ve van gotinan dikin.”
Mihemed dijêje: “Li nava PDKê ni berê û ne niha jî ti nakokî di navbera berpirsan li ser kursiyan derneketiye, her wiha ti nakokiyên wiha dernakevin jî.”
Endamê Polîtbûroya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed tekez kir ku kengî pişka Herêma Kurdistanê hat diyar kirin, wê demê em jî dê hevalên xwe bidin pêş.




