Koçberên bendava Mûsilê vedgerin mal û cihên xwe

Mûsil-KDP.info- Îro 180 malbatên devera bendava Mûsilê ku vegeriyane navçeyên xwe û li wê navçeyê Hêzên Pêşmerge bi tundî çeperên DAIŞê topbaran dikin.
Seyîd Memozînî kargêrê liqa 14 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Mûsilê ji KDP.info re ragihand: “Piştî ku Hêzên Pêşmerge devera bendava Mûsilê bi yekcarî paqij kirin, îro çarşemê ew koçnerên ku ji bebdava Mûsilê berê xwe dabûn Dihokê, dîsa vegeriyan mal û cihên xwe û heta niha yên ku vegeriyane hejmara wan nêzîkî 180 malbatî ne.”
Memozînî wiha domand: “Her îro Hêzên Pêşmerge bi rokêtan çeperên DAIŞê li nêzîkî bendava Mûsilê topbaran kirin û karîn emîrekî bi nave Yûnis Ebû Zenûn bikujin û 2 terorîstên din bikujin.”
Seyîd Memozînî di dawiya axavtina xwe de wiha got: “Çekdarên DAIŞê li nava mizgeftên bajarê Mûsilê xulên perwerdekirina xweteqandinê û bomberêjiyê ji bona zarokan dike.”




