26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Wezîrê Pêşmerge: Hêzên Pêşmerge amade ne hevkariya Rojavayê Kurdistanê

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Wezîrê Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê Mistefa Seyid Qadir pêşwazî li operasyonên hevpeymaniya navdewletî li dijî çeperên DAIŞê li Sûriyê kir.

Wezîrê Pêşmerge di hevpeyvînekê de ligel ajansa Associated press ragihand: “Ew operasyonên hevpeymaniya navdewletî li dijî çekdarên DAIŞê pêşketinên mezin ji Hêzên Pêşmerge re anîn û moralê wan pir bilind kir.”

Mistefa Seyid Qadir daxwaz ji Washington û hevpeymanên wê kir ku bi hewara xelkê Kobanê ve biçin ku niha bêhtirî 130 hezar kesî ji wan koçberî Bakurê Kurdistanê bûne.

Seyid Qadir dibîne ku eger li Iraq û Başûrê Kurdistanê DAIŞ bê şikestin û li Sûriyê jî operasyon bidomin, wê demê dê rêxistina DAIŞê bi yekcarî jinav biçe.

Wezîrê Pêşmerge yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar kir ku Hêzên Pêşmerge amade ne ku biçin Rojavayê Kurdistanê û hevkariya kurdên bikin, “Lê pêwîst e bi fermana Hikûmeta Herêma Kurdistanê biçin.”

Mistefa Seyid Qadir pêşkêşkirina hevkariyê bo kurdên Rojava bi erkekî niştîmanî dizane û wiha dibêje: “Erkekî niştimanî ye ku em bi hewara Kurdên Rojavayê Kurdistanê biçin.”

 

Nûçeyên têkildar