26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Operasyonên şevê din derdora herêma Kobanê girtin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Operasyonên hevpeymaniya navdewletî li dijî rêxistina DAIŞê li Sûriyê didomin û şevê din li çeperên DAIŞê li derdora herêma Kobanê dan.

Duh 23ê Îlonê Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon)  John Kirby, eşkere kir ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û welatên hevpeymanên wî welatî, li Sûriyê dest bi êrişên hewayî li dijî DAIŞê kirine.

Şevê din dîsa balafirên hevpeymaniya navdewletî operasyonên xwe li dijî çekdarên DAIŞê domandin û çeperên DAIŞê li Sirîn, Qibe, Pira Qere Qozak, Îlac û Xerab hişk yên nêzîkî Kobanê bombebaran kirin.

Hêzên dijbereya Sûriyê ragihandin ku hevpeymaniya navdewletî operasyonên nû li navçeya el-Bab ya Helebê li dijî çekdarên DAIŞê pêk anîn.

Herwiha operasyonên duh li dijî DAIŞê li Sûriyê çeperên wê rêxistinê li bajarên Reqayê (nêzîkî bajarê Kobanî), Dêra Zorê, Bûkemal û parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê jî ve girtibûn.

Nûçeyên têkildar