26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Penaberên Kobanê li Bakur hîna bê cihin..Îro hevkariya wan hate kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Çalakvanekî Rojavayê Kurdistanê ragihand ku heta niha zêdetir ji 130 hezar kes ji Kobanê koçberî Bakurê Kurdistanê bûne û îro jî hevkariyên mirovî bi ser wan penaberan de hat belav kirin lê hîna bê cihin û kamp ji wan re nehatine avakirin.

Serdar Mela Derwêş, çalakvanê Rojavayê Kurdistanê ku niha li ser sînorê navbera Kobanê û Bakurê Kurdistanê ye ji KDP.info re ragihand: “Hejmara wan penaberên ku ji Kobanê berê xwe dane Bakur gihîştiye 130 hezar kesî, ku ji ber êriş û topên DAIŞê reviyane, lê hîna kamp ji wan re nehatine avakirin.”

Serdar Mela Derwêş wiha domand: “Nêzîkî 50 hezar kes ku piraniya wan xortbûn, piştî ku malbatên xwe gihandin Bakurê Kurdistanê, îro dîsa vegeriyan Kobanê da ku şerê çekdarên DAIŞê bikin û Kobanê biparêzin.”

Serdar Mela Derwêş wiha axivî: Îro jî hevkariyên mirovî bi ser wan penaberan de hat belav kirin lê hîna bê cihin û kamp ji wan re nehatine avakirin.

Wî çalakvanî da zanîn ku, “Şer di navbera YPGê û çekdarên DAIŞê berdewame.”
 

Nûçeyên têkildar