25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Kemal Kerkûkî: Pêwîst e hemû kesek piştevaniya Kobanê bike

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Berpirsekî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ragihand ku ew amade ne li her cihekî Kurdistanê be, çi li Başûr û çi li Rojavayê Kurdistanê be. Herwiha tekez dike ku ew piştrast in ku wê miletê me ser bikeve û temenê terorîstan pir kin bûye.

Kemal Kerkûkî Endamê Polîtbûroya Partiya Demokrat a Kurdistanê û berpirsê peywendiyên (PDK) ji KDP.info re ragihand: “Xuşk û birayên me li Rojavayê Kurdistanê îro rastî êrişekî qirêj ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatine, lewma pêwîst e hemû kesek piştevaniya Kobanê bike.”

Kerkûkî wiha domand: “Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di dema serdanên xwe de bo devera Behdînan, pir bi zelelî ragihand ku em bi hemû hêza amadene piştevaniya Rojavayê Kurdistanê bikin li dijî çekdarên terorîstan.”

Kemal Kerkûkî herwiha tekez dike ku ew piştrast in ku wê miletê me ser bikeve û temenê terorîstan pir kin bûye.

Wî berpirsê PDKê wiha domand: “Em gelek caran rastî tawanên qirkirinan hatine, îro jî miletê me li Rojavayê Kurdistanê rastî êrişên qirêj tên ji aliyê rerorîstên DAIŞê, ez piştrastim ku Serok Barzanî û siziyên fermî yên Kurdistanê dê bi hewara birayên me yên li wir biçin û wan kurdan ji êrişên terorîstan biparêzin.”
 

Nûçeyên têkildar