Opozîsyona Sûriyê piştgiriyê dide operasyonên li dijî DAIŞê

Hewlêr-KDP.info- Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê pêşwazî li operasyonên hewayî yên hevpeymaniya navdewletî li dijî DAIŞê li Sûriyê kir.
Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) John Kirby, vê sibehê eşkere kir ku Amerîka û welatên hevpeymanên wî welatî, li Sûriyê dest bi êrişên hewayî li dijî DAIŞê kirine.
Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê derbarê operasyonên li dijî DAIŞê li Sûriyê, di daxuyniyekê de ragihand: “Şevê din hevpeymaniya navdewletî tevlî şerê me li dijî rêxistina DAIŞê li Sûriyê bû, ku beriya niha me banga vê yekê kiribû.”
Hevpeymaniyê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Ev çend sal in miletê me li Sûriyê ji destê DAIŞê û hêzên radîkal zordariyê dibîne, ku zilma wan ji ya rêjîma Esed jî dijwartir e.”
Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê wiha domand: “Operasyonên asmanî bi tenê nikarin DAIŞê ji nav bibin, lewma pêwîst e operasyonên bejayî jî bên pêkanîn, lê pêwîst nake hêzên Amerîkayê bi xwe tevlî operasyonên bejayî bibin.”




