26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî û Cîgirê Serokomar rewşa Iraqê nirxandin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Cîgirê Serokomarê Iraqê kir û di wê hevdîtinê de herdu aliyan pêşhatên siyasî û emniyên dawî ya Iraqê û her wiha proseya siyasî û rêyên serxistina vê proseyê.

Îro sêşem 23.09.2014 li Selahedîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Usame Nuceyfî Cîgirê Serokomarê Iraqê û şandekî li gel kir.

Li hevdîtinê de ku Kerîm Sincarî Wezîrê Navxweya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Newzad Hadî Parêzgerê Hewlêrê amade bûn, pêşhatên siyasî û emniyên dawî ya Iraqê û her wiha proseya siyasî û rêyên serxistina vê proseyê û nehiştina qeyranan xistin ber behs û guftûgoyan.

Her li vê hevdîtinê de êrîşên terorîstan û rewşa meydanî ya bereyên rûbirûbûna terorîstên DAIŞ û çawayiya têkşikandina wan hate nirxandin.

Nûçeyên têkildar