26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

NY hişyarî da: Dibe ku hemû xelkê Kobanê koçber bibin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Neteweyên Yekgirtî (NY) eşkere kir, heta niha 138 hezar kes ji herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê ji ber êrişên DAIŞê reviyane Tirkiyeyê.

Komîsyona Bilind a Karûbarên Penberan a Neteweyên Yekgirtî (NY) pilanên lojestîk datîne bo egerê koçkirina tevahiya xelkên bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê.

Komîsyonê di daxuyaniyekê de îro (23ê Îlonê) ragihand: “Piştî êrişên çekdarên DAIŞê 138 hezar penaberên Kobanê derbasî nav axa Tirkiyeyê bûne.”

Berdevka Komîsyona Bilind a Karûbarên Penberan a NY, Melissa Fleming li bajarê Cinêvê wiha got: “Em xwe ji koçkirineke bi kom ji xelkên Kobanê (400 hezar kes) re amade dikin.”

Duh jî Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyeyê Nûman Kurtulmuş ragihandibû, hejmara koçberên Kobanî yên ku di 3 rojên borî de derbasî Tirkiyeyê bûne ji 130 hezar kesî derbas kir.
 

Nûçeyên têkildar