26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Amerîkayê li nêzîkî bajarên Hesekê û Kobanê û Girê Sipî li DAIŞê daye

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Artêşa Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ragihand ku ew û welatên hevpeymanên xwe li ser operayonan li dijî DAIŞê li Sûriyê berdewam in.

Artêşa DYAyê di daxuyaniyekê de ragihand: “Operasyonên ku me şevê din li Sûriyê li dijî DAIŞê dest pê kiribû, berdewam dikin û balafirên me ji Deriyaya Sor û Kendava Erebî radibin.”

Herwiha di wê daxuyaniyê de hatiye ku, Ew operasyonên li dijî DAIŞê li Sûriyê çeperên wê rêxistinê li bajarên Reqayê (nêzîkî bajarê Kobanî), Dêra Zorê, Bûkemal û parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê jî vegirtine.

Herwiha li gorî agahiyan balafirên Amerîkayê li nêzîkî Kobanê û Girê Sipî jî çeperên DAIŞê bombebaran kirin.

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) John Kirby, vê sibehê eşkere kir ku Amerîka û welatên hevpeymanên wî welatî, li Sûriyê dest bi êrişên hewayî li dijî DAIŞê kirine.
 

Nûçeyên têkildar