25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî: Kesên ku hevkariya DAIŞê kirine û destdirêjî kirine ser xelkê divê bêne sizadan

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Brîtanya li Iraqê kir û di wê hevdîtinê de dûpat kir ku ew xelkên hevkariya DAIŞê kirine û beşdarbûne li kuştin û birîn û talan û destdirêjiya ser xelkê divê bi tundî bêne sizadan û tawanbar ji wan kesan bêne cûda kirin ku li gel terorîstan da hevdest nebûne

 

Îro sêşem 23.09.2014 li Selahedîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Frank Baker Balyozê Brîtanya li Iraqê û şandekî li gel kir.

Li hevdîtinek da serkeftinên Pêşmerge li ser terorîstan û hengavên hêzên hevpeymanan û weşandina gurzên asmaniyên li dijî terorîstên DAIŞê li nav axa Sûriye xistin ber behs û tekez li wê yekê kirin ku pêwîste tu penagehekî aram li Sûriye û Iraqê ji bo terorîstên DAIŞê nemîne.

Di derbarê li dijayetîkirina terorîstan her dû alî li ser ewe hevrebûn ku heman demî de li gel serkeftina serbazî li ser terorîstan pêwîste li ruyê siyasî ve jî li navxweya Iraqê û her wiha li gel welatên navçeyê karê ciddî ji bo nehiştin û ji navbirina terorîstên DAIŞê bê kirin.

Rewşa Hêzên Pêşmerge li bereyên rûbirûbûna terorê mijareke dinê vê hevdîtinê bû û têda Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku destpêşxerî li destê hêzên Pêşmerge daye û terorîst li ji rewşa bergirî û paşvekêşiyê dane.

 

Serok Barzanî eve jî dûpat kir ku ew xelkên hevkariya DAIŞê kirine û beşdarbûne li kuştin û birîn û talan û destdirêjiya ser xelkê divê bi tundî bêne sizadan û tawanbar ji wan kesan bêne cûda kirin ku li gel terorîstan da hevdest nebûne.

 

Di derbarê rewşa awareyan jî Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku pêwîste xelkê koçber vegerînin cihên xwe û ji êrîşa terorîstan jî bê parastin.

Nûçeyên têkildar