25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî: Divê pêdiviyên xwendevanên Şingalê bên peyda kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Li Duhokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pirsên warê perwerdeyê nirxand û di civînekê de bi taybetî behsa pirsgirêka xwendekarên ser bi perwerdeya Şingalê hat kirin. Herwiha tekez li ser wê yekê hat kirin ku divê di nava kampên nû de cîyên taybet ji bo xwendina wan xwendekaran bên dirust kirin û pêdawîstiyên xwendin ji bo wan bên dabîn kirin.

Ji bona nirxandina pirsgirêkên sektora perwerdeyê li wîlayeta Duhokê ku, ji sedema hijmara zêdeya koçberan hema bêje hemû dibistan û xwendingehên wê parêzgehê bûne cîyê hewandina koçberan, 40% ji xwendingehên wê wîlayetê ji sala nû a xandinê bê par bûne, îro 22ê îlonê bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê û bi amadebûna Qubad Talebanî cîgirê serokwezîr û wezîrên peywendîdar bi kirîza koçberan  ve digel walî û berpirsên sektora perwerdeya Duhokê civînek saz kir.

Di civînê debehsa pirsgirêkên perwerdeyê û tesîra nêgetîv a li ser pirosesa xandinê û texîrbûna destpêkirina sala nû ya xandinê hat kirin. Bi berdewamî kamp ji bo koçberan tên avakirin û ew koçberên di avahiyên xwendingehan de dijîn ji bo kampên nû  tên veguhastin û hêdî-hêdî avahiyên xwendingehan tên valakirin, lê ew xwendingehên tên avalakirin jî pêwîstî bi nûjenkirin û dabînkirina pêdawîstiyên xwendinê hene û ji bo vê yekê jî pêwîstî bi budceyeke taybet heye.

Di civînê de bi taybetî behsa pirsgirêka xwendekarên ser bi perwerdeya Şingalê hat kirin ku, hijmara wan nêzîkî 31700 xwendekar in û ji sedema koçbarbûnê ji pirosesa xwendinê bê par mane.

Di vî warî de serokwezîrê herêma Kurdistanê biryar de bilezgînî lîsteya pêdawîstiyan bê amadekirin û kar ji bo dabînkirina wan pêdawîstiyan bê kirin, hikûmet gelek giringiyê bi warê perwerdeyê dide û bi hûrî lêkolînê li ser pirsgirêk û pêdawîstiyên perwerdeyê dike.

Mijareke din a civînê taybet bû bi pêdawîstiyên warê perwerdeyê li parêzgeha Dihokê bi giştî wek, avakirina xwendingehên nû, zêdekirina mamosteyan û stafê perwerdeyê bi awayekî ku, digel hijmara zêdeya xwendekaran minasib bibe û sîsetma dudewamiyê li xwendingehan nemîne.

Nûçeyên têkildar