Ebadî: Ti pirsgirêk di pêkanîna herêmeke xweser a sunnî de li Iraqê nîne

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragihand ku, ti pirsgirêk di pêkanîna herêmeke xweser a sunnî de li Iraqê nîne. Ebadî Herwiha tekez kir ku dewleta Kurdî ne di destê wî de ye.
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di hevpeyvîneke ligel televizyona El-Erebiye de ragehand ku divê pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê bi alîkariya herdu aliyan bên çareser kirin û derbarê serxwebûna Kurdistanê de jî got: “Xewna Kurdan bo damezrandina dewleta serbixwe de ne di destê min de ye.”
Ebadî da zanîn ku şêwirmendên Amerîkî, Brîtanî û îranî di proseya dijî rêxistina DAIŞê de alîkariya hêzên Iraqê kirine û di heman demê de artêşa İraqê sûd ji milîşiyayên çekdar wergirtiye bo rûbirûbûna çekdarên DAIŞê.
Ebadî wiha axifî: “Eger li gor destûrê be tu pirsgirêk nîne ku herêmeke Suneyan jî were damezrandin, di heman demê de kêşe û derencamên hikûmeta Nûrî Malikî ne di stoyên min de ne.”




