26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî: Divê taybetmendiya parêzgeha Duhokê di warê saxlemiyê de li ber çavan bê girtin

Çavkanî: KDP.info

Dihokê-KDP.info- Li Duhokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê civînek taybet li ser warê tendirustiyê encam da û di wê civînê de serokwezî Nêçîrvan Barzanî divê taybetmendiya parêzgeha Dihokê di warê saxlemiyê de li ber çavan bê girtin.

Li bajarê Duhokê îro roja duşemiyê 22ê îlonê, bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê û bi amadebûna Qubad Talebanî cîgirê serokwezîr û wezîrên peywendîdar bi kirîza koçberên tixûbê wîlayeta Dihokê ve, digel walî û berprisên saxlemiya Dihokê civînek taybet bi warê saxlemiyê û xizmetgozariyên tendirustiyê yên ji bo koçberan tên pêşkeş kirin, saz kir.

Di destpêka civînê de, serokwezîr bi navê xwe û serokatiya civata wezîrên herêma Kurdistanê sipasî û destxweşî li berpirs, rêvebir û karmendên sektora saxlemiyê li parêzgeha Dihokê kir ku, xizmetên saxlemiyê yên baş pêşkeşî koçberan kirine û bi awayekî serketî  kar û wezîfeya xwe cîbicî kirine.

Rêvebirê giştiyê saxlemiya Dihokê wêne raporek li ser çalakiyên sektora saxlemiyê li wîlayeta Dihokê pêşkeşî civînê kir ku tê de ew çalakiyên warê saxlemiyê yên her ji roja yekem ji hatina penaberên kurdên rojava bo Duhokê û pişt re hatina koçberên Şingal û Deşta Mûsikê encam dane diyar kirin ka çend bar û wezîfeya ser milên wan dijwar û giran bûye. 

Serokwezîr sipasiya wezîrê saxlemiyê kir ku, berdewam ji bo çareserkirina pirsgirêkên warê saxlemiyê dixebite û tekîd kir ku, divê taybetmendiya parêzgeha Dihokê di warê saxlemiyê de li ber çavan bê girtin.
 

Nûçeyên têkildar