26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî: Divê kampên penaberan bi awayekî rêkûpêk bên avakirin

Çavkanî: KDP.info

Dihok-KDP.info- Li Dihokê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û wezîrên hikûmetê digel parêzgar û berprisan li ser pirsa avakirina kampan civiya û di wê hevdîtinê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku niha 14 kamp ji bo 20 hezar malbatan di bin pirosesa avkirinê de ne.

Di bin seroaktiya Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê de û bi amadebûna Qubad Talebanî cîgirê serokwezîr û hijmareke wezîrên peywendîdar bi kirîza penaber û koçberan ve, îro roja duşemiyê 22ê îlonê li bajarê Duhokê,  digel waliyê Duhokê û komîteya balaya avakirina kampan civînek taybet li ser avakirina kampan bo wan koçberên di avahiyên xwendigehan de dijîn, hat saz kirin.

Di civînê de behsa rewşa wan kampên ji bo koçberan hatîne avakirin û ew kampên di bin pirosesa avakirinê de ne hat kirin û li gor pilana ji bo avakirina kampan hatiye danan eger ew kampên di bin pirosesa avakirin dene timam bibin dê hemû avahiyên dibistan û xwendingehan ji koçberan vala bibin.

Di civînê de çewaniya sudwergirtin ji sîstema birêvebirina kampên berî  niha hatiîne çêkirin û bi hevkariya aliyên peywendîdarên navdewletî , weke kampa Dumîs a penaberên surî, tê îdarekirin hat nirxandin. Nuha 14 kamp ji bo 20 hezar malbatan di bin pirosesa avkirinê de ne.

Serokwezîr di civînê de tekîd kir ku, divê kamp bi awayekî rêkûpêk bên avakirin û îdarekirin û ji bo vê yekê jî  biryar da saziyeke taybet ji îdareya Duhokê ji bo serperiştîkitîkirin û rêvebirina kempan bê pêkanîn û  kesên şareza û xwedî tecrûba di warê rêvebirina kampan de di wê saziyê de cî bigirin.
 

Nûçeyên têkildar