26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Daxwaz tê kirin Amerîka hevkarîya Kobanê jî bike

Çavkanî: KDP.info

Ajans-KDP.info- Di malpera fermî ya koçka spî de raprisîyek hatîye danan ku têda daxwaz ji Barack Obama Serokê Amerîka desthilatên xwe bikarbîne bo hevkarîya leşkerî û mirvatî ya Kobanê û rêgirtina çekdarên Daiş ê.

Ew rapirsî dide zanîn ku li Kobanê xelk wekî li Şingalê di bin gefa jinavbirinê û komkujîyan de ne eger Daiş bighêje nava bajêr.

Kînît Rot berpirsê rêxistina mafên mirov ya cîhanî “HRW” ew rapirsî li ser hijmara xwe ya taybet li Twîtter danîye û piştevanîyê li êrîşên Amerîka bo ser Daişê li Sûrîyê dike bo rê girtina komkujîyan.

Netewên Yekgirtî doh ragîhand ku, 100 hezar Kurdên rojava yê Kurdistanê derbazî bakurê Kurdistanê bûne û pêşbînî kir hejmara wan di rojên bê da zêdetir bibin eger êrîşên Daişê berdewam bin û dîyar kirîye, ev pêla herî mezin ya penaberbûnê ye di 3 salên şerê li Sûrîyê de, ji ber ku heta niha rû nedaye di 24 demjimêran da 100 hezar kes sînorê Tirkiyeyê derbaz kirin.
.

Nûçeyên têkildar