26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî:Bo Kobanê çi ji destê me bê emê bikin..Tirkiye bo me cîraneke stratejîk e

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info-Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê got, Tirkiye bo me cîraneke stratejîk e.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê îro li Duhokê bû û çû serdana kampên penaberan. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştre civîneke çapemenî li dar xist ser pirsan got, hê berê ji Tirkiyeyê alîkariyên baş girtine.

Nêçîrvan Barzanî derbarê rewşa bajarê Kobanê ragihand: “Pirsa rewş Kobanê pêwendî bi hemû gelê Kurd heye û em wan êrişên qirêj şermezar dikin, bo şandina hêzên leşkerî bo Kobanê ji ber cografiya karekî zehmete, lê çi ji destê me bê emê bikin.”

Serokwezîrê Kurdistanê diyar kir ku “eger em karibin Hêzê Pêşmerge bişînin, wê demê bi piştrastî emê bişînin, hikûmet vê pirsê bi girîn dibîne, lê hîna ti Hêzên Pêşmerge neçûne Rojavayê Kurdistanê bo şerê DAIŞê.”

Nêçîrvan Barzanî got, Tirkiye bo wan “Hevalbendeke stratejik” e û ew bawer e ku pêwendî hê zêdetir pêş bikevin.

Derbarê, serbest mayîna xebatkarên konsulxaneya Tirkiyeyê yê Mûsil ê jî kêfxwekşiya xwa anî ziman û got, di vê warê de çi alîkariya wan nebûye.

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî her wiha, ji Fuad Mehsûm Serokomarê Iraqê, Heyder Ebadî Serokwezîrê Iraqê û Selîm Cibûrî Serokê Parlementoya Iraqê jî xwest ku werin Duhokê û rewşa koçber û penaberan di cih de bibînin.
 

Nûçeyên têkildar