Hejmara koçberên Kobanê 130 hezar kes derbas kir

Hewlêr-KDP.info- Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyeyê Nûman Kurtulmuş ragihand, hejmara koçberên Kobanî yên ku di 3 rojên borî de derbasî Tirkiyeyê bûne ji 130 hezar kesî derbas kir.
Alîkarê Serokwezîr Nûman Kurtulmuş, îro ji rojnamevanan re got, em ji senaryoya zêdebûna hejmara penaberan re amade ne û da zanîn, heta niha herî kêm 130 koçberên Kobanî derbasî Tirkiyeyê bûne.
Kurtulmuş di berdewamiyê axaftina xwe de bêyî ku navê ti kes û partiyekî bîne wiha axivî: “Bila kes li ser birayên me yên kurd ên ku ji Kobanî tên siyasetê neke, ji ber ku yên ku berê xwe didin Tirkiyeyê nasnameya wan çi dibe bila bibe em derbas dikin.”
Duh jî, Netewên Yekbûyî (NY) jî ragihandibû ku di hejmara koçberên Kobanî yên derbasî Tirkiyeyê bûne ji 100 hezar kesî derbas kiriye.




