Serok Barzanî û Emar Hekîm serkeftinên pêşmerge nirxandin

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdisatnê Mesûd Barzanî û Serokê Encumena Bilinda Islamiya Iraqê Emar Hekîm behsa serkeftinên Hêzên Pêşmerge kirin di şerê li dijî rêxistina DAIŞê. Derbarê nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê jî herdu aliyan tekez kirin ku pêwîst e ew kêşe bên çareserkirin.
Li Selahedîn Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwazî li Serokê Encûmena Bilinda Islamiya Iraqê Emar Hekîm û şanda pêre kir.
Li hevdîtinê de ku Fazil Mîranî Sekreter û Dr. Roj Nurî Şaweys û Hoşyar Zêbarî û Azad Berwarî Endamên Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistanê amade bûn,, pêwendiya navbera hêzên siyasî yên Iraqê û pêşhatên dawî yên siyasî û ewlehî û pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê hatin nirxandin.
Herwiha gotûbêjkirina gef û êrişên çekdarên DAIŞê li ser welatiyên sivîl û serkeftinên Hêzên Pêşmerge li eniyên şer mijareke dinî vê hevdîtinê bû.
Di vê hevdîtinê de nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê hatin gotûbêj kirin û herdu aliyan tekez kirin ku pêwîst e ew kêşe bêne çareser kirin.
Serok Barzanî û Hekîm li ser rewşa koçberên Iraqê li Herûma Kurdistanê û çawaniya pêşkêşkirina hevkariyan ji wan re axivîn.
Jibilî ku herdu aliyan amaje bi hewlên Herêma Kurdistanê ya ji bo hewandina penaberan kirin, tekez li wê yekê kirin ku çareseriya sereke ya vê kirîzê vegerandina wan koçberan e bo navçeyên xwe. Herwiha parastin û qerebukirina wane û pêwîst e di vî warî de Hikûmeta Iraqê erkên ser milê xwe bi cîh bike.




