26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Çûna pêşmerge bo Kobanê pêwîstî bi fermana Serokatiya Herêmê û Parlamentoyê heye

Çavkanî: KDP.info
Emîd Helgurd Hîkmet, birêvebirê ragihandin û rewşenbîriya wezareta pêşmerge a hikûmeta Herêma Kurdistanê

Hewlêr-KDP.info- Wezareta pêşmerge ya hikûmeta herêma Kurdistanê ragihand ku, çûna hêza pêşmerge bo Rojavayê Kurdistanê bo hevkarîkirina xelkê Kobanê, pêwîstî bi fermana serokatiya Herêmê heye.

Emîd Helgurd Hîkmet, birêvebirê ragihandin û rewşenbîriya wezareta pêşmerge a hikûmeta Herêma Kurdistanê ji KDP.info re ragihandiye ku: “Heya niha hêza pêşmerge bi mebestî alîkarîkirina xelkê Kobanê bo Rojavayê Kurdistanê nehatiye livandin, çûnkî pêwîstî bi fermana serokatiya herêmê û parlemana Kurdistanê heye.”

Emîd Helgurd got: “Çi demê ferman bo me hat, em amadene biçin Rojavayê Kurdistanê û berevaniyê li Kurdên wê navçeyê bikin.”

Eve çend rojin DAIŞ ji çendîn qolan ve êrişên hovane bo ser Kobanê destpê kiriye û heya niha 60 gundên wê herêmê dagîr kirine û ji ber wê jî bi hezaran malbatên Kurd mal û mulkên xwe bi cî hêştine û piraniya wan jî berê xwe dane Tirkiyê.

Nûçeyên têkildar