Neteweyên Yekbûyî: Zêdetir ji 70 hezar kes ji Kobanê koçber bûne

Ajans-KDP.info- Neteweyên Yekbûyî ragihand ku di hundurê 24 demjimêran de 70 hezar Kurd ji Kobanê li Rojavayê Kurdistanê revaiyan û derbasî Tirkiye bûn.
Ji roja 15ê mehê ve, êrîşa çekdarên rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal, ku li seranserê cîhanê bi navê DAIŞê tê naskirin, li ser herêma Kobanê ji aliyê rojhilat û rojava berdewame, çavkaniyên ji nava Kobanê jî didin zanîn ku heta niha çekdarên DAIŞê nêzîk 60 gundî li derdora wî bajarî dagîr kirine.
Ji encama êrîşên çekdarên DAIŞê bo ser herêm Kobanê, bi hezaran xelkên gundewarên Kobanê û xelkê bajarê Kobanê bi xwe jî, ku piraniya wan zarok û kal û jin bûn, ji malên xwe reviyan û berê xwe dan sînorê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê.
Îro 21ê Îlonê, Neteweyên Yekbûyî ragihand ku, hejmara kesên ku ji Kobanê reviyane û derbasî Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bûne gihştiye 70 hezar kesî.




