Bill Clinton: Pêwîst e em piştgirî û alîkariya Kurd û Pêşmerge bikin

Ahans-KDP.info- Serokê berê yê Amerîkayê Bill Clinton da zanîn ku eger piştgirî were kirin, Kurd û Pêşmerge amade ne şerê DAIŞê bikin.
Di hevpeyvîneke digel televizyona CNN de serokê berê yê Amerîkayê Bill Clinton behsa siyaseta Serokê Amerîkayê Obama kir û bal kişande ser wê yekê ku eger pişrgirî were kirin, Pêşmerge amade ne şerê DAIŞê bikin.
Clinton da zanîn ku ew stratejiya ji aliyê Serokê Amrîka Obama hatiye danîn, dikare serkeftinê bidest bixe.
Clinton li ser rola Pêşmergeyan wiha axifî: “Em dizanin ku Kurd û Pêşmerge amade ne şerê DAIŞ bikin, lê belê pêwîste piştgirî û alîkariya wan bê kirin. Ew şerê li dijî DAIŞê ku niha didome, şerê bi dest anîna azadiya takekesî ye.”




