26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Yekem karwanê alîkariyên mirovî ji Hewlêrê sibe dighê penberên Kobanê

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Yekem karwanê alîkariya mirovahî jibal Dezgeha Xêrxwazî ya Barzaniyê nemir ji paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê ber bi Kobanê bi rê ket ku ji 6 hezar pakêtan pêk tê.

Bi mebesta bi hewarçûna penaberên Kobanê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzaniyê nemir yekem karwanê alîkariyên mirovahî ku ji 12 kamyon û 6 hezar pakêtên xwarinê pêk tê, ji Hewlêrê ber bi bajarê Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê bi rê xist.

Biryar e sibe ew hevkarî bighên destê penaberên Kobanê yên li ser sînorê Bakurê Kurdistanê ligel Rojava.

Herwiha Dezgeha Xêrxwazî ya Barzaniyê nemir biryar daye ku xwarinê bilez bo penaberên Rojavayê Kurdistanê yên li ser sînorê Kobanê peyda bike.

Alîkariya mirovahî di ser bajarê Riha yê Bakûrê Kurdistanê re sibê dê bigihêje Kobanê.

Li deverên dîtir jî av, xwarin û pêdiviyên zarokan jî hatine amadekirin û bo koçberên Kobanî dê werin şandin.

Nûçeyên têkildar