Saziyên parêzgeha Duhokê: Divê îmkanên êkonomî yên zêdetir bidin saziyên peywendîdar

Hewlêrê-KDP.info- Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser pirsgirêkên saziyên parêzgeha Duhokê digel rêvebirên giştî û saziyên peywendîdar civiya û di wê hevdîtinê de Nêçîrvan Barzanî bi navê hikûmet û serokatiya civata wezîran sipasiya îdare û saziyên parêzgeha Duhokê kir ku tehemûla vê rewşa dijwar kiriye û li gor îmkanên xwe xizmetgozarî pêşkeşî penaber û koçberan kiriye.
Li bajarê Duhokê îro roja yekşemiyê 21ê îlonê, di bin serokatiya Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê de û bi amadebûna Qubad Talebanî cîgirê serokwezîr û wezîrên peywendîdarên hikûmeta herêma Kurdistanê digel rêvebirên giştî û saziyên peywendîdar bi kirîzên mirovî û rewşa niha ya penaber û koçberan li parêzgeha Duhokê, civînek saz kir.
Di destpêka civînê de rêvebirên giştî pirs û giriftariyên rêvebiriyên xwe dest nîşan kirin û tekîd li wê yekê kir ku, piştî hatina wê hijmara zêdeya koçberan bo parêzgeha Duhokê, hemû saziyên peywendîdar ketine jêr barekî giran û ew sazî neçar in xizmetên zêdetir ji îmkanên xwe pêşkeş bikin, bi awayekî di hemû warên xizmetgozarî de rojane divê hisab ji bo wan neh sed hezar penaberên li parêzgeha Duhokê hene bê bikin.
Hemûyan tekîd kir ku divê îmkanên êkonomî yên zêdetir bidin saziyên peywendîdar daku bikaribin di vê rewşê de weke pêwîst kar û erkên xwe cîbicî bikin û xizmetgozariyên pêwîst pêşkeş bikin.
Di civînê de biryar hat dan lîstek ji pêdawîstiyên saziyên peywendîdar yên weke; şaredarî, av û avrêj, saxlemî, rêûban û hemû warên xizmetgozariyên din bê amade kirin û budceya wan pêdawîstiyan bê diyar kirin û ji bo serokatiya civata wezîran bê hinartin daku di civîna wezîran de bê minaqeşe kirin û biryar li ser bê dan.
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê bi navê hikûmet û serokatiya civata wezîran sipasiya îdare û saziyên parêzgeha Duhokê kir ku tehemûla vê rewşa dijwar kiriye û li gor îmkanên xwe xizmetgozarî pêşkeşî penaber û koçberan kiriye.
Serokwezîrê Kurdistanê tekîd kir ku hikûmet dê bi hemû hewlên xwe bide pêdawîstiyên acil ji bo vê rewşa nû dabîn bike




