26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Li Duhokê hikûmet rewşa penaber û koçberan dinirxîne

Çavkanî: KDP.info

Dihok-KDP.info-Li bajarê Duhokê bi bin serokatiya Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê digel walî, cîgirê walî û qaymeqamên wîlayeta Duhokê civînek hat saz kir.

Ji bona jinêzîk haydarbûn li ser rewşa koçberên Şingalê û Deşta Nînewayê û derdûrên wê, herwesa, ji bona lêkolînkirina pirsgirêk û pêdawîstiyên wîlayeta Duhokê, îro roja yekşemiyê 21.09.2014ê, li bajarê Duhokê bi bin serokatiya Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê û bi amadebûna Qubad Talebanî cîgirê serokwezîr û wezîrên peywendîdar digel walî, cîgirê walî û qaymeqamên wîlayeta Duhokê civînek hat saz kirin.

Di destpêka civînê de raporeke biwêne li ser cî û mana koçberan li deverên cudayên tixûbê wîlayeta Duhokê hat nîşan dan ku, hijmara koçberan nêzîkî neh sed koçberên ji Şingal, Deşta Nînewa û deverên din yên wîlayeta Mûsilê û Îraqê ji tev pêkhateyan; êzidî, mesîhê, kakeyî, tirkman, sune û şîye koçber bûne û bi ser qeza û nahiyeyên wîlayeta Dyhokê de dabeş bûne, bi awayekî li hindek cîyên wîlayetê hijmara koçberan ji hijmara xwecîyên wê zêdetir e û rojan ji aliyê saziyên hikûmeta herêma Kurdistanê ve pêdawîstiyên jiyanê bo wan tên dabîn kirin.

Di civînê de behda wan alîkariyên ji aliyê xelkê herêmê û welatên cîhanê ve bo koçberan hatiye pêşkeş kirin hat kirin û sipasiya xelkê deverên cudayên wîlayeta Duhokê û ew welatên destê alîkariyê bo koçberan dirêj kirî hat kirin.
Di raporê de behsa pilana avakirina kampên akincîkirin û pêdawîstî û xizmetên lazim bo kampan û dabînkirina pêdawîstiyên sotemeniyê bo demsala sivistanê, xizmetgozaryên giştî weke; îdare, perwerde, saxlemî, ava vexwarinê, bingehêm polîsan û asayîş bo kampan hat kirin.

Di civînê de tekîd li ser wê yekê hat kirin ku, pêwîste hikûmeta Îraqê wezîfeya xwe bi cî bike û li pirsa koçberan  xwedî derkeve, ji ber ku heta nuha hikûmeta Îraqê wezîfeya xwe bi cî nekiriye û weke pêwîst xwe li pirsa koçberan nekiriye xwedî. Ji bo çareserkirina vê pirês biryar hat dan şandeyeke hikûmeta herêma Kurdistanê serdana Bexdayê bike û li ser pirsa koçberan digel aliyên hikûmeta Îraqê yên peywendîdar bicive.

Civînê tekîd kir ku, divê bi lezgînî kamp û cîyên taybet ji bo koçberan bê dabîn kirin û avahiyên dibistan û xwendigeh bên valakirin daku, xwendekar bikaribin dest bi salan nû ya xwendinê bikin. Li gor zaniyariyan 40% ji xwendingehên wîlayeta Duhokê ji pirosesa xwendinê hatine bêbeş kirin.

Serokwezîr sipasî û destxweşî li walî û stafê kargêriyê wîlayeta Duhokê kir ku, bi hemû îmkanên xwe alîkariya koçberan kiriye. Serokwezîr sipasiya xelkê wîlayeta Duhokê kir ku, bi hemû awayan û gelek bi dilsozî û mirovdostane di hewara koçberan çûn û alîkariyan wan kiriye û berdewam dikin.  Serokwezîr takîd kir ku ji karên pêşîne divê avahiyên xwendigehan ji koçberan bên vala kirinn û ji bo xendinên bên amade kirin.
 

Nûçeyên têkildar