26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

3 namzedên kurd bûn parlamenterê Swêdê

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Di hilbijartinên Parlamentoya Swêdê de 3 namzedên kurdên wî welatî karîn derbasî parlamentoyê bibin.

Encamên hilbijartinên Palamentoya Swêdê îro hatin eşkerekirin û 3 namzedên kurdên wî welatî karîn derbasî parlamentoyê bibin.

Li gorî encamên hilbijartinan, sê namzedên kurd ji partiyên Sosayal Demokrat, Çep û Jîngehê karîn dengên pêwîst bidestbixin û bibin endamên parlmaentoyê.

Navên namzedên kurdên derbasî Palamentoya Swêdê bûn wiha ne: “Roza Guçlu: Namzeda Partiya Sosyal Demokat. Cebar Emîn: Namzedê Partiya Jîngehê. Amîne Kake Bawe: Namzeda Partiya Çep.”

Di hilbijartinên Parlamentoya Swêdê de 11 namzedên kurd beşdar bibûn ku 8 namzed jî bûn endamên yedekên parlamentoyê.

Endamtiya yedek: “Eger endamekî/e parlamentoyên ekare bi her awayî (nexweşî, mirin û htd…) nekare erka xwe pêk bîne wêdemê endamê/a yedek li cihêwî/wêdigire.”

 

Nûçeyên têkildar