Çekdarên DAIŞê 3 roj mehelet dan Kurdên Mûsilê

Mûsil-KDP.info- Terorîstên DAIŞê 3 roj mohletê didin Kurdên ku li nava bajarê Mûsilê û derdora wê mane ku bi yekcarî barkin.
Xeyas Sûrçî, endamê komîteya ewlekariyê ya navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya herêmê ji KDP.info re ragihand: “Li nava bajarê Mûsilê û derdora wê çekdarên DAIŞê 3 roj muhlet dane wan malbatên Kurd ku ji bi yekcarî male xwe vala bikin û barkin.”
Sûrçî amaje bi wê yekê da, tevî ku hejmarek kêm ji kurdan li nava bajarê Mûsilê û derdora wê mane, lê niha dive ew jî derkevin.




