26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Ciwanekî Kurd wek cîgirê serokê Ciwanên Cîhanê hat hilbijartin

Çavkanî: KDP.info

Portugal-KDP.info- Ciwanê Kurd yê bi navê Felah Hesen wek cîgirê serokê Ciwanên Cîhanê bi rêjeya 93% ji dengan hat hilbijartin.

Kongreya bi navê Serkeftina Dîmokasiyê ya ciwanên cîhanê ku li paytexta Portogalê bi tevlîbûna zêdetir ji 80 welatan bi rêve çû û ciwanê Kurd yê bi navê Felah Hesen wek cîgirê serokê Ciwanên Cîhanê bi rêjeya 93% ji dengan hat hilbijartin.

Felah Hesen 33 salî ye, nûnerê derve yê Yekîtiya Lawanên Dîmokrat a Kurdistanê ye û xelkê Başûrê Kurdistanê ye.

Wî ciwanê Kurd karî bi rêjeyekê pir bilind di wî kongreyî de ji nava 11 berbijêrên cîhanê serkeftinê bi dest bixe û v serkestina wî piştî wê yekê tê ku rolekî diyar û xuyayî di nava saziya Lawanên Dîmokratîk a Cîhanê de dîtiye.

Cîgirê serokê Ciwanên Cîhanê xwedî desthelateke berfirehe û li gorî yasayê dikare rasterast pêwendiyê bi cîgirê serokê welatên cîhanê û wezîr û cîgirê serokê hikûmetên welatên cîhanê re bike. Herwiha dikare resterast pêwendiyê ligel serokên tevahiya patiyên dîmokrat a cîhanê bike.

Nûçeyên têkildar