Pêşangeheka fotogirafî taybet bi sosreta Enfalkirina gelê Kurd li Duhokê tê vekirin

Bi boneya salvegera 24 mîn a sosreta enfakirina gelê Kurd, herweha wek rêz lê anîna rola dosta gelê Kurd xwedê lê xweş be Daniel mitran hevseroka berê ya Feranse, bi birêveberîya giştîya rewşenbîrî û ciwanên bajêrê Duhokê pêşangeheka fotogirafî bi navê (medam Daniel mitran û Kurd û Enfal) li bin çavdêrîya Aram Ehmed wezîrê kerûbarên şehîd û enfalkirîyan, îro sêşemê demjimara 11:30 ber destê sibê li hola Gelerî tê vekirin.
Di evê pêşangehê de dê her yek ji rojnamenivîs Jan lok Sîmon û Baskal Şarîron û Şukrî Berwarî û bi hevkarîya rojname Lamontagne ya Feransî û rêxistina Feranse bo azadî ya ku Daniel mitran serokatîya wê dikir pişikdar bibin.
Herweha di evê pêşangehê de zêdetir ji 130 wêneyên fotogirafî yên ku li ser enfalane tên pêşandan.




