Heft şêwirmendên leşkerî yên Almanyayê gihîştine Hewlêrê

Hewlêr-KDP.info- Hikûmeta Almanyayê ragihand ku 7 şêwirmendên leşkerî yên welatê wê gihîştine balafirxaneya navdewletî ya Hewlêrê, ew jî bi mebsta perwerdekirina Hêzên Pêşmerge li ser wan çekên ku biryare Almanyayê bişîne Herêma Kurdistanê.
Hikûmeta Almanyayê di daxuyaniyekê de ragihand: “Biryare 22 vê mehê yekemîn karwana çekan bo Herêma Kurdistanê bê şandin, ji bo vê mebestê jî, duh 7 şêwirmendên leşkerî yên me gihştîne Hewlêrê bo perwerdekirina Hêzên Pêşmerge li ser çawaniya bikaranîna wan çekan.”
Ev yek di demekê de ye ku niha çendîn welat amadebûna xwe xuyakirine bo şandina çkan bo Herêma Kurdistanê û pirçekirina Hêzên Pêşmerge bo rûbirûbûna wan li dijî çekdarên DAIŞê.




