Serok Barzanî: Rê nedin ciwanên me ber bi tundrewî û radîkalîzimê ve biçin

Hewlêr-KDP.info- Serokê Kurdistanê ligel Mamosteyên Olî yên parêzgeha Dihukê civiya û di wê hevdîtinê de gotarek pûşkêş kir û got erkê Mamosteyên olî ew ku rê nedin ciwanên me ber bi tundrewî û radîkalîzimê ve biçin û ev buhayên girîng û bilind biparêzin ku bi dirêjahiya Dîrokê weke şanaziyên mezin bo gelê Kurd hatine wesif kirin.
Îro Serokê Kurdistan birêz Mesûd Barzanî li gel hijmareke Mamosteyên olî yên parêzgeha Dihukê civiya û di civînê de kêfxweşiya xwe ya li hember hevdîtina han diyar kir û di peyvekî de jî behsa rewşa niha ya Îraq, Kurdistan û ew şera ku ji aliyê Terorîstan ve li ser Kurdistanê hatiye sepandin kir.
Serok Barzanî bi awayekî berfire behsa sedemên vê şera han kir û got: “Kurdistan di demên derbasbûyî de jî penageh û wargeha wan kesan bûye ku rastî karesatên curbicur hatine û ew yek çanda xelkê Kurdistanê ye ku rêz ji wan kesan bigirin ku rastî karesatan hatine, lê Kurd ti carî nebûye beşek ji nakokiyên heyî yên li Îraqê de.”
Serok Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de got: “Terorîst bi wan çekên pêşkeftî ku di encama têkçûna artêşa du welatan de bidest xistine dest bi êrîş kirine ser Kurdistanê kirine lê zû plan û taktîkên wan bo hêzên pêşmerge eşkere bûn û pêşmerge karî ji pozîsyona xwe parastinê derbas bibe û dest bi operasiyona azad kirina wan navçe û deveran bike ku ji aliyê terorîstan ve hatin bûn dagîrkirin.”
Serok Barzanî eşkere kir ku niha pêşmergeyên qehreman roj bi roj serkeftinên mezintir bidest dixin û terorîst jî nikarin xwe li hember êrîşên hêzên pêşmerge bigirin û lazime her kes bizanibe ku tevahiya wan deveran ku ji aliyê terorîstan ve hatine dagîrkirin vê werin rizgarkirin.
Serok Barzanî wisa axaftinên xwe domand: “Ev yek şanaziyeke mezine bo hêzên pêşmerge ku karîn hêzeke hov yê ku piştir artêşên pirçek yên her du welatên Sûriya û Îraqê nikarîbûn li hember wan ber xwe bide têk bişkîne.”
Serok Barzanî behsa rola Mamosteyên olî jî kir û got: “Mamosteyên olî di warê perwerde kirina ciwanên Kurdistanê li ser nirx û buhayên bilind yên nîştimanperwerî, lêbûrdeyî û bihevre jiyanê roleke gelek girîng û dîrokiye.”
Serok Barzanî eşkere kir ku “gelê Kurdistanê karî bi baweriya xwe ya bi azadî, lêbûrîn û bihevre jiyana aştiyane ev piştgîriya navnetewî yaku niha di şerê dijî terorîstan de bibînin bo xwe dabîn bike jiber vê çendê jî erkê Mamosteyên olî ew ku rê nedin ciwanên me ber bi tundrewî û radîkalîzimê ve biçin û ev buhayên girîng û bilind biparêzin ku bi dirêjahiya Dîrokê weke şanaziyên mezin bo gelê Kurd hatine wesif kirin.”
Di dawiya axaftinên Serok Barzanî de deriya pirs pirsîn bo Mamosteyên olî hate vekirin û beşdarwanên civînê jî helwestên Serok Barzanî bilind nirxandin eşkere kirin ku helwesta Serok Barzanî bo ji nêz ve çavdêrî kirina rewşa heyî û nardina kesên xwe yên nêz bo eniyên şer moralên mezin bi hêzên pêşmerge û welatiyan da.
Mamosteyên Olî ev yek dubare kirin ku çawe di demên derbasbûyî de weke pêşmerge di nava sengerên parastina xelkê Kurdistanê de amade bûna niha jî bi heman rih û bi heman coş amaden li dijî terorîstan biçin eniyîn şer û welat û nîştimana xwe şer bikin jiber ku ew kesê ku hez ji nîştimana xwe neke û bo nîştimana xwe şerê neke ji dîn beriye ( ango ne oldare).




