Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan: Li Kobanî ji 800 sivîlan windane û DAIŞê 60 gund girtine

Hewlêr-KDP.info- Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan ku navenda wê li Londonê ye da xuyakirin, DAIŞê 60 gundên dorûberê Kobanê dagir kirine û ji 800 sivîlan jî agahî nîne û bi metirsiya kuştinê rû bi rû ne.
Ramî Ebdulrehman Serokê ev rewangehê ragihand “Rêxistina Dewleta Îslamî 60 gundên dorûberê Kobanî xistine bin kontrola xwe.”
Ebdulrehman her wiha got, ji 800 kurdên sivîl agahî qut bûye û niha dora wan hatiye girtin û metirsî heye ku komkujî rû bide.
Ev pênc roj in ku, li Kobanî di navbera YPG û DAIŞê de şerekî giran didome. Sedema şerê gelek welatiyên sivîl jî gundên terk kirine berê xwe danê navenda Kobanê û sînorê Tirkiyeyê.




