26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Fraksyiona PDKê li Parlamento: Banga hevkariya navdewleta bo Kobanê dike

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Fraksyiona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Kurdistanê derbarê êrişa DAIŞê ya ser Kobanê de daxuyaniyek da û di wê daxuyaniyê de hevsoziya xwe ji bo welatiyên Kurd yên bajarê û herêma Kobanê xuyakir.

Fraksyiona (PDK) li Parlamentoya Kurdistanê di daxuyaniyekê de banga hevkariya navdewleta bo Kobanê dike û wan êrişên DAIŞê şermezar dike û dibêje: “Ew êrişên DAIŞê li ser Kobanê beşekin ji pêlana dujminan li ser îradeya Gelê Kurdistanê.”

Herwiha di heman demê daxwaz ji saziyên navdewletî yên mirovî ku bi hewara xelkê sivîl biçin û ji wê karesatê bên rizgar kirin.

Herwiha fraksyiona (PDK) li Parlamentoya Kurdistanê di daxuyaniya xwe de daxwaz ji aliyên Rojavayê Kurdistanê dike ku yek rêziya xwe biparêzin û bi awayekî yekgirtî rûbirûyê wan komên terorîstan bibin û nakokiyên navbera xwe de bidin aliyekî.

Nûçeyên têkildar