26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Wezareta Pêşmerge: Em amadene hevkariya Kobanê bikin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê, derbarê êrişa DAIŞê ya ser Kobanê de daxuyaniyek da û aşkera kir ku, bi hemû hêza xwe amade ne ku hevkariya Kobanê bikin.

 

Di daxuyaniyê de Wezareta Pêşmerge ji welatên dost û hevpeyman dixwaze ku, piştevaniya gelê Rojavayê Kurdistanê bikin ku hemberî heman dijminê ber xwe didin.

 

Di daxuyaniya Wezareta Pêşmerge de hatiye: “Êrişên DAIŞê bo ser birayên me li Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê metirsiyeke dine bo ser gelê Kurdistanê bi giştî, lewra erkeke li ser milê me hemûyan ku piştevanî û hevkariya Kobanê bikin.”

Nûçeyên têkildar